26 February 2026 - 00:00
Source: Sahar TV
Hişyarîdayîna Mezlûm Ebdî derbarê işkesta rêkeftinnama kurdên Sûriyê bi hikûmeta demkî ya Colanî re

Serfermandê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê betalkirina peymana bi Şamê re hişyarî da û ragihand em naxwazin ev peyman hilweşe, lê heke ev yek biqewime jî em ê xebata xwe berdewam bikin û em ê qet dev ji rojhilat û bakur- rojhilatê Sûriyê bernedin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) - ABNA - Mezlûm Ebdî, Serfermandê HSD bal kişand ser pabendnebûna hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi peymana digel HSD ra û ragihand ku kurd naxwazin peymana wan bi hikûmeta Colanî re hilweşe, lê heke ev yek biqewime  ew ê heta dawiyê xebata xwe berdewam bikin û dê qet dev ji navçeyên kurdnişîn bernedin û heta dawiyê berevaniya axa xwe bikin. Serfermandarê HSD gazinde li Waşîngtonê kir û got: Dema ku hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişî ser wan kir, Amerîka  nehate hewara kurdan û ev êriş nesekinand ku vê yekê kurd nerazî kirine.

...............................

Dawiya peyamê

Your Comment

You are replying to: .
captcha